Li Hesekê di navbera Artêşa Azad û rejimê de pevçûnan rû da

Li Hesekê di navbera Artêşa Azad û rejimê de pevçûnan rû da

Li taxa El-Xiwêran ya bajarê Hesekê di navbera tabûrên Artêşa Azad û rejima Baasê de pevçûn rû didin. Hate ragihandin ku gelek kuştî û birîndar jî hene.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA, li nêzî çerxeriya Panorama ya taxa El-Xiwêran a bajarê Hesekê di navbera tabûrên Ehfad El-Resûl, Ehrar Xiwêran ên Artêşa Azad û Hêzên rejimê de piştî ku êrîşî dewriyeke rejimê kirin pevçûnê rû da. Di encama pevçûnan de gelek kuştî ji herdu aliyan ve çêbûn û hejmarek ji birîndar hene.

Hate diyarkirin ku, pevçûn berfireh bûn û gihîşte nava goristana nêzî taxa El Xiwêran ya dikeve rojavayî çerxerêyê . Her wiha hate hînbûn ku, hejmarek ji kuştiyan ji herdu aliyan ve çêbûn û diyar kir ku, kuştî û birîndar veguhestin nexweşxaneya bajêr, li aliyê din hêzên rejimê hemû riyên nexweşxanê girtin.

Her wiha rejima Baas devera pevçûnan “goristanê” topbaran dike. Pevçûn hîn didomin.