Li Hesekê 10 çete hatin kuştin
Li Hesekê 10 çete hatin kuştin
Li Hesekê 10 çete hatin kuştin
Hate ragihandin ku di operasyona YPG/YPJ’ê ya li dijî komên çete li gundên derdora Hesekê hatiye destpêkirin 10 endamên komên çete hatine kuştin, her wiha 2 gund, Mêvanxane ya Wezîr, Muntecea Layvstûn û cihê xwedîkirina mirîşkan ku bargehên çeteyan ên serekebûn hatine rizgarkirin.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin di encama opersyona YPG'ê ya li rojavayê Hesekê de 10 endamên komên çete hatine kuştin. her wiha îro di saetên sibê de Mêvanxaneya Wezîr, Muntecea Layvstûn û cihê xwedîkirina mirîşkan ên li ser bendava di navbera Hesekê û Til Temir de ku wekî bargehên komên çete dihatin bikaranîn ketine dest. Li aliyê din çavkaniyên YPG'ê diyrkirin ku herdû bendên sereke yên ketina bajaroka Tiwêna ketine destê YPG'ê û pevçûn di nava bajaroke Tiwêna de bi didome.
Di encama opersyonê de duh di saetên êvarê de hêzên YPG/YPJ'ê gundên Xirbeşêr û Elwana yên di navbera Hesekê û Dirbêsiyê de ji komên çete rizgarkiribûn.