Li herêma Kobanê û Firatê 260 hezar îmze hatin berhevkirin
Li herêma Kobanê û Firatê 260 hezar îmze hatin berhevkirin
Li herêma Kobanê û Firatê 260 hezar îmze hatin berhevkirin
Li herêma Kobanê û Firatê komîteya berhevkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan diyar kir ku di 27 rojan de 260170 îmze hatin berhevkirin.
Tevgera Civaka demokrat (TEV-DEM) di civînekê de li salona Şehîdan a bajarê Kobanê bi beşdariya dehan ji endamên rêxistinên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di kampaniya berhevkirina îmzeyan de cih girtibûn ragihand ku di 27 rojan de (260170) îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Kobanê 42500 îmze, li gundên derdora wê 33550 îmze û li bajarê Cerablus û Şiyox û gundên rojava û bakur 61200 îmze hatin berhevkirin.
Li bajarê Reqa jî tevî ku rewşa li vir dijwar bû jî (TEV-DEM), PYD’ê û Ciwanên Şoreşger komîteyek ji bo berhevkirina îmzeyan ava kirin. Komîteyê 15 hezar îmze ji bo azadiya Rêber Gelê Kurd Abdulah Ocalan berhev kirin.
Li bajarê Tilebyedê jî ne kêmî deverên din bû û 13500 îmze hatin berhevkirin, lê li herêma Minbicê tenê 94420 îmze hatin berhevkirin ku li vir hemû rêxistin, partî û êlên herêmê, her wiha tabûrên Artêşa Azad îmzeyên xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan avêtin.
Komîteya têkildar bi vê hejmarê di roja 10’ê Hizêranê de kampaniya berhevkirina îmzeyan li herêma Minbicê bi dawî kir û piştî ku bajarê Minbicê pileya yekemîn di hejmara îmzeyan de cih girt, her wiha di hejmara Erebên ku îmzeyên xwe dane de bajarê yekem bû.
Bi vê hejmarê ku berî kampanî bi dawî bibe hate diyar kirin ku hejmar gihîşte 260170 îmze hatin berhevkirin. Her wiha kampanî dê heta 15’ê Tîrmeh 2013’an bidome.