Li hemberî dewleta Tirk sebra me nema

Li hemberî dewleta Tirk sebra me nema

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi destê çeteyên DAIŞ'ê Kurdan binpê bike û li dû vê jî herêma tampon ava bike. Ok destnîşan kir ku polîtîkayên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava û Kobanê, wê çarenûsa pêvajoya çareseriyê diyar bikin.

Sabrî Ok di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF'ê de ragihandin ku desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ'ê wê yekser bandorê li pêvajoyê bike. 

Ok da xuyakirin ku dewleta Tirk bi polîtîkayeke qirêj li aliyekî hewl dide bi destê çeteyên DAIŞ'ê Kurdan binpê bike, li aliyê din jî bi baweriya ku gelê bêçare maye wê derbasî Bakurê Kurdistanê bibe sînor vekiriye. Ok got, "Bi awayekî plankirî dixwazin destpêkê Kobanê vala bikin, dûre jî di bin navê helwesta însanî de herêmeke tampon ava bikin.

Dema gelê Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê sekinand û li ber xwe da, dewleta Tirk dît ku ev hesabên wê bicih nehatiye û vê carê rabû sînorên xwe girt û dest bi êrîşan kir. Hewl da vegera li Kobanê asteng bike."

Ok da zanîn ku destek û berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê gelekî watedar e û got, "Êş, kêfxweşî û berxwedanên Kobanê û Pirsûsê, Rojava û Bakur bûn yek. Şoreşa Rojava û gelê Bakurê Kurdistanê bûn yek. Divê ev yek weke yekbûyîna du şoreşan, rakirina sînorên beriya sed salan hatine xêzkirin, bê nirxandin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Rojava û Kobanê yekser bandorê li gelê Bakur, rewşa bêçalakîtiyê û pêvajoya ku bi awayekî yekalî hatiye meşandin dike.

"HIŞYARIYÊN ME LI BER ÇAVAN NEHATIN GIRTIN"

Ok ragihand ku rêveberiya tevgera wan der barê çareseriyê û pêvajoyê de gelek caran hişyarî daye, deklarasyon weşandine û anî ziman ku dewleat Tirk gelek caran daxuyanî daye lê belê AKP mîna ku ev hemû nehatine weşandin, nehatine gotin tevgeriyaye.

Ok destnîşan kir ku AKP di neçareseriyê de israr dike û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî ku tevgera me aliyekî pirsgirêka Kurd e jî, hişyariyên tevgera me ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve li ber çavan nehatin girtin, ev yek nîşan dide ku ji destpêkê ve hikûmeta AKP'ê bi bêberpirsyarî nêzî pêvajoyê bûye. Em her tim bi samîmî tevgeriyan, lê belê samîmiyeta me ji bo nebaşiyê hat bikaranîn. Tevî vê jî Beşîr Atalay radibe dibêje, 'em samîmî ne, bila aliyê li hemberî me jî samîmî be'. Li hemberî gotin û helwestên bi vî rengî êdî sebra me nemaye, em nikarin xwe lê rabigirin. Em pêvajoyeke bêçalakîtiyê ya du salan meşandin û neçar man li hemberî pratîk û nêzîkatiyên hikûmeta AKP'ê yên berevajî ruhê pêvajoyê, helwestê nîşan bidin. Tespîta me ew e ku bi rastî jî pêvajo qediya ye. Helwesta me jî wê di vî warî de be. Mîna ku Alîkarê Serokwezîr dibêje, em blofê nakin û gefê jî naxwin. Em têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê xwe dimeşînin û berpirsyariyên vê bicih tînin. Eger gelê me û têkoşîna azadî û demokrasiyê weke gefê dibînin, bila bibînin. Ji bo me dewamiya bêçalakîtiyê bêwate bûye. Êdî her alî wê di rêya ji bo xwe guncaw dibîne de bimeşin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok nîqaşên dewleta Tirk ên li ser avakirina herêmeke tampon li Rojavayê Kurdistanê nirxand û destnîşan kir ku ketina artêşa Tirk a li Rojava, avakirina herêmeke tampon li dijî hiqûqa navneteweyî ye û ne rewa ye. Ok daxuyaniya Hevserokê PYD'ê Salih Muslim a digot, 'Eger tiştekî wiha bibe, em ê vê weke dagirkerî û êrîşê binirxînin' bibîr xist û got, "Belê mafdar e. Li gel vê yekê eger dagirkeriyê bikin û herêmeke tampon ava bikin, ev yek wê li dijî Şoreşa Rojava, li dijî tevahiya Kurdan were wateya îlana şer."

"LI HEMBERÎ DORPÊÇIYA KOBANÊ TI HEWLDANEKE HÊZÊN NAVNETEWEYÎ NÎNE"

Ok da xuyakirin ku rêxistina dijminê mirovahiyê DAIŞ li Başûrê Kurdistanê çi be li Rojava jî heman rêxistine û got, "DYA, hêzên rojavayî yan jî hêzên koalîsyonê li hedefên DAIŞ'ê yên li Sûriye, li Reqa û Hesedê dixin. Lê belê li hedefên DAIŞ'ê yên vekirî yên li derdora Kobanê naxin. Hêzên koalîsyona navneteweyî, ji bo şikandina dorpêçiya li ser Kobanê nakevin nava ti hewldanan. Li rojhilatê Kobanê li cihekî du cihan xistine, lê lêdaneke bi bandor nîne. Ev rewş mirovan dixe nava ikaran. Nayê fêmkirin ku çima tevahiya cîhan bi vî rengî tevdigere û bi awayekî mafdar ev nêzîkatî tê lêpirsîn."

"GELÊ KOBANÊ WÊ LI BER XWE BIDE, DAIŞ WÊ TÊK BIÇE"

Ok diyar kir ku ti hesabên aboriyê, berjewendiyên siyasî nabe derkeve pêşiya hestiyariya ji bo pêşîgirtina li komkujiyên mirovan û got, "Gelê Rojava li ber xwe dide û wê li ber xwe bide. DAIŞ çiqasî êrîş dike bila bike, wê nikaribe bi ser bikeve. Lewma ev nirxandina me weke 'Rojava nikare li ber xwe bide, zehmetiyan dikşîne' neyê nirxandin. Pêwîste ji aliyê siyasî û exlaqî ve were nirxandin. Gelê Kobanê zehmetî çi dibin bila bibe wê li ber xwe bide û statuya xwe biparêze. DAIŞ jî wê têk biçe."