Li Helebê di navbera hêzên rejîmê û YPG’ê de şer: 2 leşker mirin

Li Helebê di navbera hêzên rejîmê û YPG’ê de şer: 2 leşker mirin

Li duyemîn bajarê mezin ê Sûriyeyê Helebê li Taxa Şêx Meqsûd di navbera Yekîneyên Hêzên Parastinê (YPG) û  artêşa rejîma Sûriyeyê de şerekî rû da û di encam de 2 leşker hatin qetilkirin.

Li gorî agahiyên çavkaniyên YPG’ê roja pêncşemê dema hêzên rejîmê xwestine di nuqteya Ewsarîd a Taxa Şêx Meqsûd de derbasî taxê bibin şer rû daye. Hat ragihandin ku şer danê sibê destpê kiriye û 2 leşker hatine kuştin.