Li Helebê 7 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li Helebê 7 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li Helebê 7 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li taxa Şêxxudir a bajarê Helebê rêjîma Baas bendeke kontrolê ya Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) topbaran kir. Di encamê de 7 endamên DAIŞ’ê mirin.
Hêzên rêjîma Baasê bendeke kontrolê ya Tugaya Sultan Mihemed Fatih ya girêdayî DAIŞ’ê ya li taxa Şêxxudir a bajarê Helebê topbaran kir. Di encamê de 7 endamên Tugayê mirin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî rêxistina Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ) ket taxên rojhilatî bajarê Helebê, hemû tabûrên girêdayî Artêşa Azad ji van taxan paşve vekişiya, lê Tugaya Sultan Mihemed Fatih piştî ku tevlî rêxistina DAIŞ’ê bû li vir ma.