Li Helebê 11 hezar û 368 îmze hatin berhev kirin

Li Helebê 11 hezar û 368 îmze hatin berhev kirin

Li Helebê, tevî rewşa şer û koçberiyê, 11 hezar û 368 îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate berhevkirin.

Endamê Komîteya Berpirsyar a Kampanya Berhevkirina Îmzeyan li Helebê Xerîb Hiso encama dawî ragihand. Heso, da zanîn ku li Helebê di nava hevteyekê de, 11 hezar û 368 îmze ji taxên Eşrefiyê, Şêxmeqsûd Xerbî û Şerqî berhevkirine.

Hiso, destnîşan kir ku kampanya li Helebê ji beriya hefteyekê 6 navend li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin danîn, her wiha hin komîteyên gerok li taxên din jî hebûn. Der barê hejmara îmzeyan de Hiso ev tişt got:᾿̓ Hejmara îmzeyên ku me li Helebê berhevkirine gihişt 11 hezar û 368᾿an. Lê ku ne ji ber şert û mercên zehmet û dijwar ên şer bûya, dê hejmar bi gelekî zêdetir bûya. Welatiyên kurd û ereb îmze ji bo azadiya Rêber Apo dan.᾿̓