Li gundên Siwêde û Boydê nobed

Li gundên Siwêde û Boydê nobed

Li gel êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi topê hawanê jî nobeda berxwedanê ya li gundên Dewşên û Elîzêr ên li rojhilatê Pirsûsê duh bi şev dewam kir.

Li gundê Siftek ê li rojavayê Kobanê, duh bi şev di navbera şervanên YPG/YPJ û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar qewimîn. Ji ber çekên giran ên di dema şer de hatin bikaranîn, erd dihejiya. Tilîliyên şervanên YPJ'ê yên berxwedaneke mezin nîşan didin sînor derbas kirin û di tarîtiya şevê de deng vedan. Şer û pevçûn heta ber destê sibê dewam kir. Girseya gel a li gundên Siwêdê û Boydê nobeda berxwedanê digirin jî, ji bo pêşî li çûn û hatina çeteyan bigire, kontrolên xwe yên li ser sînor şidand. Piştî ku ber destê sibê hat bihîst şervanên YPG'ê bi berxwedaneke lehengî derbên giran li çeteyan dane, gel bi dirûşme û çepikan serketina YPG/YPJ'ê pîroz kir.

CIWAN LI DEWRIYÊ GERIYAN

Gelê li gundên Elîzêr û Dewşên ên li rojhilatê Pirsûsê nobedê digire, ji şerê giran ê li rojhilatê Kobanê re şahidî kir. Li gundê Zehwan û Dewşenê ku duh bi roj û êvarê du caran top û hawanên çeteyên DAIŞ'ê li herêmê ketin, nobeda berxwedanê dewam kir. Ciwan, ji bo pêşî li çûn û hatina çeteyên DAIŞ'ê bigirin, bi motorsîkletan li ser sînor li dewriyê geriyan.

Li aliyê din, ji ber meşa îro ya ji çar baskan, rêyên ber bi Deriyê Sînor ê Kobanê û gundê Boydê, ji aliyê leşker û polîsan ve li trafîkê hatin girtin.