Li gundê Ziyaretê bombebaran: Kesek mir gelek birîndar hene

Li gundê Ziyaretê bombebaran: Kesek mir gelek birîndar hene

Hêzên rejîma Sûriyeyê êrîşên xwe yên li dijî gundê Ziyaretê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê didomîne. Di êrîşa îro ku hîn didome de welatiyekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Hêzên rejîma Sûriyeyê û alîgirên wê, îro dîsa ji bajarokên Nibil û Zehra bi topan êrîşî gundê Ziyaret ê girêdayî Şêrawa kirin. Her wiha balefirên şer jî gund bombebaran kirin. Di encama êrîşên ku saet di 11.00’an de destpêkirin de, welatiyekê jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.

Welatiyên birîndar rakirin nexweşxenayên gerok ên ji bo rewşên lezgîn hatine avakirin û nexweşxaneya Avrîn a Efrînê. Hate ragihandin ku topbarana li hemberî gund didome.

Li aliyê din çavkaniyên herêmê ragihadin ku, balefirên şer bajaroka Dêr Cemal a girêdayî Ezazê jî bombebaran kiriye.

Hêzên rejîmê 2 roj beriya niha jî, ji bajarokên Nibil û Zehra gundên Ziyaret û Gundê Mezin topbaran kiribûn û di encamê de zarokekî 9 salî jiyana xwe ji dest dabû, 9 kes jî birîndar bibûn.