Li gundê Herînkê gora komî ya 18 gêrîlayên PKK’ê

Li gundê Herînkê gora komî ya 18 gêrîlayên PKK’ê

Di 30’ê Tebaxa 1992’an de li dijî qereqola Gundê Helanê ya ser bi Colemêrgê ve di navbera gêrîlayên PKK’ê û leşkerên Tirk de pevçûnek rû dide û di vê pevçûnê de tê gotin ku, gelek gêrîlayên PKK’ê jiyana xwe ji dest didin û li gorî agahiyên ku ANF’ê xwe gihandiyê li Girê Kor yê di navbera gundê Helanê û Herinkê yê navçeya Şemzînanê bi komî têne veşartin.

Di derbarê gora komî ya gêrîlayên PKK’ê, şêniyên şahidê bûyera gundê Helanê û yên navçeya Şemzînana Colemêrgê, her wiha şahidê bûyerê yê zindî Sefkan agahî dan ANF’ê.

 Wek tê zanîn ev demeke dirêje gelek gorên komî ku tê payîn ên gerîlayên PKK û kesên sivîl ên, ku di  salên derbazbûyî de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetil kirin, hatine deşîfre kirin û ji bo vekirina wan gorên komî bang li hemû raya giştî hatiye kirin û tê xwestin ku herkes di wê mijarê de bi hîstyarî tevbigere. Bi taybetî jî van rojên dawî de behsa 25 gorên komî yên li Amedê tê kirin. Her wiha  gorên komî yên li newala Qesaba û gora komî li Rûbarokê ku tê payîn nêzî heftê gerîlayên PKK têde ne, hatin deşîfre kirin, lê mixabin hîna jî ser wan gorên komî nehatine vekirin. Bê gûman ne tenê ev gorên komî ku me destnîşan kir, her wiha li her devera Kurdistanê gorên komî hene û mirov dikare di her bihosteke axa Kurdistanê de rastî hestiyên mirovan bê. Gelek kesên ku şahidê hin bûyer û gorên komî yên li deverên cuda bûn jî xwestin bûyer û gorên ku heya niha nehatine eşkere kirin bên eşkere kirin. Yek ji wan gorên komî jî, li gundê Herinkê a ser bi navçeya Şemzînana Colemêrgê ve ye ku tê îdia kirin 18 gerîlayên PKK tê dene. Malbata wan gerîllayan daxwaza hişyarî ji raya giştî dike û ji sazî û rêxistinên sîvîl daxwaza arikariyê dike.   

ÇÎROKEKE KU NEHATIYE VEGOTIN

Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatine girtin, di 30 tebaxa 1992’an de şereke dijwar di navbera gerillayên PKK û artêşa Tirk de derdikeve. Wê demê kesê binavê Erdal Sarizeybek ku fermandarê qereqolê ye û navê wî di nav gelek bûyeran de derbaz dibe jî li wê herêmê erkdare. Li gor agahiyên ku şahidên bûyera gundê Helanê û Herinkê dan, yekîneyên gerîlayan di 30 tebaxa 1992’an de li ser qereqola gundê Helanê de digirin, her wiha di wî şerî de pevçûnek dijwar rû dide û heya direngiya şevê didome û gerilayên PKK berxwedaneke mezin nîşan didin. Li gor agahiyên ku me girtine di wê pevçunê de gelek gerilayên PKK jî jiyana xwe ji dest didin û cenazeyên wan gerillayan di goreke komî de tên veşartin.

LI HEMBERÊ DÎROKÊ, ŞAHIDÎ Û BERPIRSYARIYA ŞÊNIYÊN GUNDÊ HERINKÊ

Şêniyên vê herêmê ku nexwestin navê xwe eşkere bikin, agahîdan ANF’ê û behsa pevçûn û şerê ku 1991’an a li qereqola Helanê qewimî û wiha pêdeçûn: “Pevçûna ku di sala 1992’an de rûda ne tenê leşkerên dewleta Tirk, belkû gelek cerdevan jî tevlî wê şerî bûn. Ev cerdevan jî xelkê gundê Helane û Herinka a ser bi Şemzînanê ve bûn. Di wî şerî de 19 gerîlayan jî jiyana xwe ji destdan, ku cenazeyê wan gerîlayan ket destê leşkerên tirk”. Her wiha ligor agahiyên ku xelkê herêma Şemzînanê dan, cenazeyê 18 gerilayên PKK li Girê Kor hatiye weşartin. Girê Kor ku nizî gundê Herinkêye û bi navê ‘noqteya meqarna’ jî tê nasîn. Li gor agahiyên ku me ji xelkê gundê Herinkê girt, piştî ku gerîlayên PKK tên şehîd xistên, leşkerên artişa tirk sûcê dij mirovahiyê dikin û cenazeyên wan gerilayan bi awayeke komî li wê girê kor wedişêrin. Ligor îddiayên xelkê herêmê enazeyê 3 gerilayan jî li hewşa qereqola gund de tê weşartin. Her wiha gundiyên herêmê dan diyar kirin ku cenazeyê gerilayekê jî li naw sergo ku nizî qereqolê deye weşartiye.

 EM BANG LI HEMU KESÊN XWEDÎ WIJDAN DIKIN

Malbatên wan gerîllayan balkişandin ser gorên komî ku demeke dirêje di rojevê dene û wiha axivîn: “em bang li hemu kesin ku xwedî wijdan dikin û  pêwîste herkes bi taybetî jî derdorên demokrat û mafê mirovan di vê mijarê de ya dikeve ser milê wan bicih bînin û wan gorên komî vekin. Her wiha ji hemû kesên ku şahidî ji wê bûyerê û bûyerên cuda re kirine xwestin ku xwedî wijdan bin û ji bo eşkere kirina wan gorên komî a dikeve ser milê van bicih bînin û alîkariya pêwîst bidin malbatan. Bi taybetî jî bang li şahidên vê bûyerê û niştecihên gundê Helanê û Herinkê kirin û xwestin ku alîkariya pêwîst bidin wan. Ji ber ku dema cenazeyên gerîlayan di wê gora komî de hatîn veşartin, gelek ji wan kesan  jî şahidî li wê bûyerê re kirine û cihê wan gorên komî baş dizanin.”

Yek ji gerîlayên PKK yê bi navê Sefkan ku şahidê zîndî ê wê demê ye, ev bûyer û her wiha agahiyên ku me ji şêniyên vê herimê girtibûn piştrast kir. Sefkan da diyar kirin ku, di 30 tebaxa 1992’an de ev di ser qereqola Helanê de digrin û şerek dijwar rû dide. Sefkan di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di wî şerî de 19 rêhevalê me şehîd ketin ku ji van cenazeyê 19 hevalan ji ber kêm bûna derfetan û giranbûna şer me nekarî em ji cihê pevçûnê derxînin. Ji bo wê jî cenazeyên rêhevalê me ketin destê dijmin. Lê hevalek bi navê Zana ku birîndarbibû me ji cihê bûyerê rizgar kir, lê di rê de jiyana xwe jidest da û cenazeyê hevalê Zana me li nêzî cihê bûyerê veşart. Lê ez wisa texmîn dikim ku, ev jî ji aliyê dijmin ve hatibe dîtin û birin”. Sefkan her wiha da diyar kirin ku, ew jî wisa texmîn dike ku cenazeyê rêhevalên wan li Girê Kor yê gund veşartî bin.”

Gerîlayên ku di çalakiya Helanê da jiyana xwe ji destdan ku naha cenazeyên wan li gundê Herinkê li Gir Kor dene, navê wan wiha ne:  

-Nav û paşnav: Fehmî Mete

Navê Kod: Diyar

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Wan-Elbak 1973

Cih û dîroka şehadetê 30 tebaxa 1992, Helanê

-Nav û paşnav: Emîn Alturk,

Navê KOd: Zana

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Qilaban 1987,

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992, Helanê

-Nav û paşnav: Mehmet Gulcan

Navê Kod: Xusrew

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Gundê Panîk-Îdir

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992, helane

-Nav û paşnav: Derwêş Mustefa Hemo

Navê Kod: Şerîf,

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Efrîn 1988

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992-Helanê

-Nav û paşnav: Arslan Yildiz

Navê Kod: Halûq

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Gundê Salturhan-Giyadîn-Agirî

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992-Helanê

-Nav û Paşnav: Alîşan Karadag

Navê Kod: Aydin

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Îdir-1974

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992-Helanê

-Nav û paşnav: Cemîl Kamer

Navê Kod: Mazlum

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Karayazi- Erzirom-1973

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992-Helanê

-Nav û paşnav: Cebraîl Yılmaz

Navê Kod: Zinar

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Elbak 1974

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992-Helanê

-Nav û paşnav: İsa Bozkurt

Navê Kod: Zekî, Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Gundê Soveren- Îdir 1973

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 Helanê

-Nav û paşnav: Zeynel Zengîn

Navê Kod: Mahîr, Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Verdel- Elmanya,1972

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 Helanê

-Nav û paşnav: Cafer Cindî Mecît

Navê Kod: Cimşîd

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Efrîn 1966

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 Helanê

-Nav û paşnav: Hesen Mehmut Ebdulqadir

Navê Kod: Gurcan

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Dirbisiyê- Hesekê,1968

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 Helanê

-Nav û paşnav: Zoro Serhed

Navê rêxistinê: Berxwedan, Cih û dîroka ji dayîk bûnê: gundê Alican-Iğdır 1973

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 helane

-Nav û paşnav: Selîm Altay, Navê rêxistinê: Celal

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: gundê bey-çukurca 1976

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 helane

-Nav û paşnav: Abdurahman Muhamed,

Navê rêxistinê: Cimşîd

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Efrîn 1972

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 helane

-Nav û paşnav: Acul Ercan

Navê rêxistinê: Şiyar

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: gundê îdê- Çukurca,1972

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 helane

-Nav û paşnav: Mehmet Kaya

Navê rêxistinê: Jêhat

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Gever 1972

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 helane

-Nav û paşnav: Nurtaç Seyîtoğlu

Navê rêxistinê: Seîd

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Ağrı 1974

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 helane

-Nav û paşnav: Naîl Çetîn

Navê rêxistinê: Egît,Hozan

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Gundê düğnük- Melezgirt

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 helane

-Nav û paşnav: Zekeriya Osman

Navê rêxistinê: Zinar, Reco

Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Efrin 1965

Cih û dîroka şehadetê: 30 tebaxa 1992 helane