Li gundê Fîsê damezrandina PKK’ê hate pîroz kirin
Li gundê Fîsê damezrandina PKK’ê hate pîroz kirin
Li gundê Fîsê damezrandina PKK’ê hate pîroz kirin
35. salvegera damezirandina PKK'ê ji aliyê bi hezaran welatiyên ku ber bi Licê ve herikîn bi coş hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de peyama Fermandariya Eyaleta Amedê ya HPG'ê ku hat xwendin di peyamê de banga bilindkirina têkoşînê hat kirin.
35. salvegera damezirandina PKK'ê ji aliyê bi hezaran welatiyên ku hatin gundê Fîsê yê girêdayî Licê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di dema rêzgirtinê de sirûda "Ey Reqîp" ji aliyê bi hezaran kesên li qadê bi yekdengî ha xwendin. Paşê strana ku ji aliyê Alî Temel ve hatiye nivîsandin "Waye PKK Rabû" hat xwendin. Axaftina vekirinê ya ji aliyê Rêxistina Licê ya BDP'ê Harûn Erkuş ve hat kirin de, Erkuş wiha got, "Li ser xakên pîroz cejna vejînê pîroz be."
'ME LI LICÊ DEST PÊ KIR EM Ê LI AMEDÊ BIGIHÊJIN SERKETINÊ'
Paşê Hevserokê Rêxistina Amedê Mehmet Emîn Yilmaz axivî. Yilmaz diyar kir ku têkoşîna ku gelê kurd dide têkoşîna azadiya Rojhilata Navîn e jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di 27'ê Mijdara sala 1978'an de li van xakan jiyaneke nû hat avakirin. Agirê ji vir hat pêxistin rêya gelê kurd ronî kir. Ê em anîn van rojan Rêber Apo ye. Me li Licê dest pê kir em ê li Amedê bigihêjin serketinê'
parlementera BDP’a Amedê Nursel Aydogan ku axivî diyar kir ku PKK îsyana gelê ku ziman û nasnameya wî tune hatiye hesibandine. Her wiha Aydogan jî got ku ew hêvîdar in mal bibe muzeyek û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vaye li ber serê me li van çiyayan bi dehan ciwanên kurd ji bo jiyana azad canê xwe dan. Ez wan careke din bi hurmet bi bîr tînim. PKK îsyana gelê ku ziman û nasnameya wî tune hatiye hesibandine. Dewletê bi Rêberê îsyanê Birêz Ocalan re yê ev mafê berxwedanê bi kar aniye re rûnişt."
Aydogan diyar kir ku wê nikaribin şoreşa Rojava bifetisînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şoreşa Rojava şoreşa me ye. Wê destketiyên me jî bi hev re bin."
ALÊN PKK'Ê Û KCK'Ê HATIN HILDAN
Piştî axaftinan peyama Fermandariya Eyaleta Amedê ya HPG'ê ji aliyê komeke ku alên PKK'ê û KCK'ê di destê wan de hat xwendin. Di peyama ku di nav bêdengiyeke mezin hat guhdarî kirin de salvegera damezirandina PKK'ê hat pîrozkirin û banga pêşxistina têkoşînê li gel hat kirin. Piştî peyam û axaftinan hunermend Jiyara, Ronî Erez, Demhat Botan, Koma Hemdem û Koma Çiya stranên xwe pêşkêş kirin û welatiyan govend gerandin. Fîşekên hewayî jî ahengeke rengan li asîman çêkir.