Li Gundê Êzîdiyan keşîf hate kirin

Li Gundê Êzîdiyan keşîf hate kirin

Li Gundê Êzîdiyên ê Kelhokê yê girêdayî navçeya Qubînê keşîfa zeviyan hat kirin.

Êzîdiyên ji herema Qubîn navçeya Êlihê ku bi dehan salan e ji ser warê xwe dûr ketine çûne dîasporayê dixwazin vegerin gund û warên xwe, ji bo wê keşîfa zeviyên xwe kirin. Welatiyên gundê Kelhokê yê girêdayî navçeya Qubînê, beriya biçin Ewropayê mal, milk û gundê xwe bi emanetî dabûn eşîrek cîranên xwe. Piştî welatî bi salane li Ewropayê man, biryara li gundê xwe vegerin girtin.

Di 2012’an de dema welatiyên Êzîdî xwestin vegerin gundê xwe, rastî zordestiya kesên ku gund ji wan emanet girtine hatin. Li ser ve yekê niştecih û xwediyên gund ên ji civaka Êzîdî, ji gundê xwe bistînin û dikaribin bi rehetî vegerin gundê xwe, li 2'yemîn Dadgeha Cezayên Asliye ya Êlihê doz vekirin. Doza destpêkê di meha Sibatê de pêkhatibû, a duyemîn di 8’ê meha Gulanê de pêkhat.

Di doza derbazbûyî de biryara li ser eraziyên gund keşf bê kirin biryara hatibû dayîn. Piştî dozê heyata dadgehê li gel welatiyan û kesên zana hatin gund û zevî keşf kirin. Heyeta dadgehê ku li gel zaneyan hatin bi hezaran donim zevî keşif kirin, li şahidên 2 aliyan guhdar kirin. Heyetê piştî agahî delîl kom kirin û li şahidan guhdar kirin ji bo raporê amade bikin vegeriyan Êlihê. Êzidiyên dozdar û kesên ku gundê Êzîdîyan desteser kirine li gel heyeta dadgehê vegeriyan Edliyeya Êlihê.

Welatiyê Êzîdî yên gundê Kelhokê Nedim Erkiş diyar kir ku, bi salane ji gundê xwe dûrin û dîsa dixwazin li gundê xwe vegerin. Erkîş anî ziman ku, niha keşifan dikin û hevî dikin ku herdu alî jî ji encama keşifê kêyfxweş bin. Erkîş da zanîn ku ew dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. 3'emîn rûniştina dozê dê di 26'ê Hezîranê de pêkbê.