Li gundê Aserê 2 kiloxên serî û 600 hestî hatin dîtin

Li gundê Aserê 2 kiloxên serî û 600 hestî hatin dîtin

Li gundê Aserê ji bo Kemal Bîrlîk,  Zekî Alabalik, Zubeyîr Bîrlîk û Abdulbakî Bîrlîk ên hatibûn wendakirin, kolandina hatibû destpêkirin bi dawî bû. Di kolandinê de 2 kiloxên serî û 600 hestî hat dîtin

Li gundê Aserê navçeya Qoserê ji bo diyarkirina aqubeta Kemal Bîrlîk û Zekî Alabalik ên di 29'ê Adara 1995'an de ji Girtîgeha Qoserê serbest hatin berdan û her wiha Zubeyîr Bîrlîk û Abdulbakî Bîrlîk ên ji bo wan pêşwazî bikin ji malên xwe bi rê ketibûn hatin wendakirin,  malbatan serî li Şaxa ÎHD'ê dabûn. Piştî dozgeriya Qoserê destûra kolandinê da endamên MEYA-DER û ÎHD’ê jî di nav de kolandin hat şopandin û kolandinê de 2 qoqê serî û 600 hestî hatin dîtin 
Hestî hatin tomarkirin û ji bo testa DNA wê ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê werin şandin.