Li Grazê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin

Li Grazê ji bo azadiya Ocalan îmze hatin komkirin

Li bajarê Awûstûrya Grazê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hezar û 500 îmze hatin berhevkirin. 

Li bajarê Awûstûrya Grazê, di hin çalakiyên dawiya hefteyê hatin lidarxistin de, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin. Meclîsa Gel a Grazê, di çarçoveya kampanya îmzeyan a "Ji Ocalan re Azadî" de di çalakiyên li Graz û gund û bajarokên derdorê de dezgeh vekir.

Di çalakiya Augengartenfest a her sal li Grazê tê lidarxistin de Meclîsa Gel a Grazê dezgehek vekir û ji bo azadiya Ocalan îmze berhev kir. Her weha di çalakiyên li bajarê Leibnitz û Weiz'ê de jî îmze tên berhevkirin.

Meclîsa Gel a Grazê li gel komkirina 1500 îmzeyan, bi belavok û broşuran bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin.

Di vê navberê de, wê roja Înê û Şemiyê li Hauptplatz li ber avahiya Şaredariyê ji bo azadiya Ocalan konê were vedan. Di çalakiyê de her weha wê îmze werin berhev kirin û belavok bên belavkirin.