Li Girtîgehan Sûcê mirovahiyê dikin

Li Girtîgehan Sûcê mirovahiyê dikin

Odeyên Tabiban ên Herêmê û Konseya Navendî ya TTB'ê, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da. Odeyên Tabîban ên Herêmê di daxuyaniyê de diyar kirin ku erkdar û rayedarên hikûmetê û dewletê nêrîn, lêkolîn û raporên saziyên sivîl ên civakî û cemaweriyê li ber çavan nagirin û li hemberî binpêkirinên mafan bêdeng dimînin. Odeyan, anîn ziman ku rayedar li hemberî girtiyan û li Girtîgehan sûcê mirovahiyê pêk tînin. 

Odeyên Tabiban ên Herêmê û Konseya Navendî ya TTB'ê, bi boneya balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş li pêş Navenda Ciwan û Çandê ya Cegerxwînê civîna çapemeniyê pêk anî. Di daxuyaniyê de li ser navê doktorên Odeyên Tabiban ên ji Herêmê hatine û Sekreterê Odeyên Herêmê Cengiz Gunay, rêveberên odeyên herêmê û endamê Lijneya Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) Osman Ozturk û gelek doktorên din amade bûn. Ji Stenbol, Edene, Îzmir û Enqereyê jî doktor amade bûn. Li ser navê doktoran Sekreterê Odeyên Tabîban ê Herêmê Dr. Cengîz Gunay, diyar kir ku li Girtîgeha nêzî 140 hezar girtî di bin tundiyê de dijîn. Guney, anî ziman ku girtîgeh ji bo civakê bihilînin û têxin bin kontrola xwe hatine avakirin. Guney, anî ziman ku girtîgehên Tîpa E bûne cihê îşkence, sirgûn, îstismarê û tecawizan û girtîgehên tîpa F jî bûne cihê tecrîda giran û tundiya derûnî û fîzîkî. Gunay, destnîşan kir ku li gelek girtîgehan pêdiviyên girtiyan nayê bersivandin û li gelek nexweşxaneyan jî koxuşên girtiyan tune û wiha axivî: "Girtiyên nexweş di nava şert û mercên dijmirovahî de tên neqilkirin. Girtî tev li kelepçeyê tên muayinekirin. Girtiyên ku ji saziyên dewletê raporan digirin jî bê bersîv dimînin. Wezîrê Tenduristiyê û Wezîrê Dadê 3 roj tev digerin û peyvira xwe pêk nînin." 

Guney, da zanîn ku erkdar û rayedarên hikûmetê û dewletê nêrîn, lêkolîn û raporên saziyên sivîl ên civakî û cemaweriyê li ber çavan nagirin û li hemberî binpêkirinên mafan bêdeng dimînin û wiha got: "Rayedar li hemberî girtiyan û li Girtîgehan sûcê mirovahiyê pêk tînin. Saziyên Tipa Edlî jî li hemberî rewşa girtiyên nexweş ker û kor dimîne. Divê saziyên Tipa Edlî nebin sûcê mirovahiyê. Em ban li Wezîrê Dadê û Tenduristiyê dikin û dixwazin van şaşîyan rast bikin. 

Niha nêzî 500 girtiyên nexweş li girtîgehan hene. Divê şert û mercên girtiyên nexweş bên başkirin û rê li pêş nexweşiyên din bên girtin. Derbarê rewşa girtiyên nexweş de herî zêde Saziyên Tiba Edlî (ATK) erkdar û berpirsiyare."

Endamê Lijneya Navendî ya TTB'e Osman Ozturk jî anî ziman ku ATK jî li gorî aktorên siyasî û daxwazên wan tev digere û helwesta ATK'ê rexne kir. Ozturk, anî ziman ku Saziyên Tiba Edlî saziyên tenduristiyê ne û xwest li gorî rêgez û mafên nexweşan tev bigerin. Ozturk, xwest demek berî demekê ATK helwesta xwe rast bike.