Li Girkê Lebê merasima bîranîna 16 gerîlayên PKK'ê

Li Girkê Lebê merasima bîranîna 16 gerîlayên PKK'ê

 Li Girkê Legê 16 cangoriyên ku di dîrokên cûda de, di nava tekoşîna azadiya gelê Kurd jiyana xwe jidest dane bi merasîmekê hatin bibîranîn.

16 cangoriyên ku di dîrokên cûda de, di nava tekoşîna azadiya gelê kurd de jiyana xwe jidest dane ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve li gundê Til Xenzîr yê herêma Koçerat a girêdayî Girkê Legê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Merasîma ku bi sedan kes beşdarbûn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Ubêd axivî û diyar kir ku gelê kurd bi tekoşîna li hember desthilatdarî û zordariyê bi hezaran “Şehîd” daye.

Di merasîmê de Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Neçbîr Azad jî axivî û da zanîn ku gelê kurd ji bo mafê xwe yê rewa têdikoşe, li dijî koledariyê û kiryarên înkarê bi hemû hêza xwe berxwe daye.

Merasîm bi xwendina navên 16 cangoriyan domkir. Pakrewanên ku hatin bibîranîn evin: Ehmed Yûsif, Îsmaîl Îbrahîm, Xezna Abid, Neîma Îbrahîm, Ebdulrehman Derwêş, Elî Şerîd, Elî Îbrahîm, Medîne Yûsif, Necah Îbrahîm, Wedîe Îbrahîm, Remezan Elî, Hecî Mihemd, Salih Star Tekîn û Dilşad Mihemed.