Li Girê Rahmo, gel benda leşkerî rakir
Li Girê Rahmo, gel benda leşkerî rakir
Li Girê Rahmo, gel benda leşkerî rakir
Li navçeya Colemêrg Geverê, piştî ku konê şopandinê li Girê Rahmo hat vedan, bi hezaran kes ketin hundurê yekîneya leşkerî ya seyyar a li Girê Rahmo. Girseya gel, benda ji maşînên zirxî û leşkeran derbas kirin û got, "Em li herêmê leşkeran naxwazin."
Endamên Komîsyona Şopandinê ya navçeya Colemêrg Geverê, li Girê Raho yê 30 kîlometre dûrî navçeyê ye û di sala 2012'an de di bin kontrola gerîlayên HPG'ê debû, ev 3 roj in nobeda kon digirin. Di rojên dawî de leşker û alavên leşkerî veguherstin herêmê û hat hînbûn ku li girên stratejîk leşker hatine bicihkirin. Balafirên keşfê yên Heron jî, bi şev heta sibê li ser ezmanên herêma kon lê hatibû vedan, difiriyan. Li ser vê yekê nobedaran biryar dan konê xwe li Rahmo vedin. Gundiyên li derdorê jî tim û tim diçin serdana kon. Îro jî li gel Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, Şaredarê Şemzînanê Sedat Tore, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şemzînanê Cabbar Taş, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Dûrmaz, rêxistinên civakî yên sivîl, komunên gundan, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê bi hezaran welatî çûn serdana konê şopandinê. Girseya gel ber bi çiyayê ku lê qereqola seyyar heye, meşiya. Di dema mêş de, li ser çiyê bi çekên giran leşker hebûn û çend kîlometre li jêrî çiyê jî bi sedan leşkerên robokop û maşînên zirxî rê girtin. Bi vebûna rê re Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan bi leşkeran re hevdîtin kir.
"HEM JI BO WE HEM JÎ BO GERÎLA EM LI VIR IN"
Di navbera girseya gel a wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta bi nivîsa "Bê Serok Aştî Nabe" û leşkeran de tengezarî derket. Li hemberî leşkerên ku hewl dan benda gel derbas bikin û dest deynin ser pankartê, jinan nerazîbûn nîşan dan. Piştî ku jinan benda leşkeran ji hev qetand, girseya gel robokop û maşînên zirxî derbas kir û ber bi çiyê ve dest bi meşê kir. Li beranberî girseya gel a xwe gihand serê çiyê, leşker neçar man bi tenê li wan temaşe bikin. Kamerayên termal û leşkerên li mewziyan de, li nerazîbûna tund a welatiyan rast hatin. Jinan li vê derê bi leşkeran re axivîn û gotin, "Em îro hem ji bo we hem jî ji bo gerîla li vir in. Biçin ji vê derê. Heta ku hûn ji vir biçin, emê jî her çar rojan carekê derkevin çiyê."
"HEMÛ ASTENGÎ BI BERXWEDANÊ RABÛN"
Ciwanên ku benda leşkeran rakirin û hilkişiyan Girê Rahmo, hejmareke zêde jinên pîr li pişta xwe kirin û hilkişandin çiyê. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Dûrma li vir daxuyaniyek da û got, "Piştî têkoşîneke dijwar, me gihandin Rahmo. Em ji Geverê derketin. Lê belê, hemû leşkerên xwe li binê çiyê bicih kirin û hewl dan hilkişîna gel asteng bikin. Vîna gel, hêza gel, berxwedana gel û dilsoziya gel a ji bo vê pêvajoyê, li dijî her şêweyên provokasyonan rawestiyaye. Li gel leşkerên hewl didin vê pêvajoyê sabote bikin jî, em derketin serê çiyê. Em ji bo vê pêvajoya Rêberê me daye destpê kirin, can û malê xwe datînin holê.
Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan jî got, "Ev meş meşeke dermorkatîk e û ji ber serketina vê meşê ez we pîroz dikim. Bila herkes vê bizanibe, armanca hebûna vê girseyê li vê derê, mayindebûna pêvajoya aştiyê ye. Pêwistî bi leşkerên li vê derê wezîfeyê dikin, nîne. Hebûna wan a li vê derê bi kêrî pêvajoyê nayê. Nêzîkatiyek li gorî pêvajoyê nîne. Em li vê derê bang li hukûmetê û fermandariya leşkeran dikin. Divê bi gelê li vê erdnîgarê dijîn piştrast bin. Ev pêvajo pêvajoyeke aştiyê ye. Armanc ewe ku gerîla bi selametî ji van çiyan derbas bibin. Ev biryar hatiye stendin. Li gel vê biryarê jî, hebûna leşkeran li vê derê, çavdêriya wan a li hawirdorê bi kêrî kesî nayê. Eger dewlet û AKP vê pêvajoyê ji bo wergirtina tedbîrên ewlekariyê weke firsendekê dibînin, wê şaşiyeke mezin bikin."
Canan da xuyakirin ku ew hemû li pişt vê pêvajoyê ne û got, "Divê êdî leşker xwe ji van çiyan vekişînin. Pêwîste mayinên li van deran werin paqijkirin. Hînê berî demeke kin zarokekî me ji ber mayinê jiyana xwe ji dest da. Heyfe, gunehe. Fermandarên leşkeran ên li Colemêrgê; ji kerema xswe re vê pêvajoyê sabote nekin. Xwe vekişînin. Eger hûn xwe venekişînin, ev gel wê ji vir neçe. Ji ber ku gel bi guman e, derbasbûna gerîla zehmet e. Li hemberî kesên ku biryara vekişînê dane, divê dewlet jî ji dil tevbigere."
Piştî daxuyaniyê, girseya gel bi dirûşman vegeriyan binê konê şopandinê. Nobeda li binê konê şopandinê, ji aliyê endamên Meclîsa Şaredariya Geverê û Meclîsa Taxê dewir hat girtin.