Li Girê Kox û herêma Sarkan operasyon

Li Girê Kox û herêma Sarkan operasyon

Li Girê Kox û herêma Sarkan a li çoltarên navçeya Gimgimê ya Mûşê bi tevlîbûna gelek maşînên zirxî û leşkaran operasyon hate destpêkirin. Herêmên li sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlîkê de dimîne tevgera helîkopteran pêk tê.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi tevlîbûna hezaran leşkeran li Girê Koxê operasyon hate destpêkirin. Operasyona hate destpêkirin li Girê Kox û herêma Sarkan a li qûntarên çiyayên Çewlîkê dimîne belav bû û tê gotin operasyona di demên dawî de ya herî berfirehe û operasyon berdewam dike.

Hate hînbûn ku li herêma Şenyayla, Çiyayê Kozme, herêmên Zengok û Darbiyê yên sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlîkê jî tevgera helîkopteran pêk tê.