Li Geverê rêbendên polîsan ên nû tên avakirin

Li Geverê rêbendên polîsan ên nû tên avakirin

Ligel li heremê qereqolên nû tên avakirin li Geverê jî rêbendên polîsan ên nû tên çêkirin.

Bi destpêka sala 2013'an li herêmê veguhestina leşkerî û çêkirina qereqolên nû, rêbendên polîsan ên nû lê hatin zêdekirin.

Rêbendên tîmên taybet a derketina Geverê ya gelek caran rastî êrîşên gerîlayan hatin derdixin derveyî bajar. Avahiya cihên polîsan a li herêma balafirgeha kevin a li ser riya Gever û Şemzînan dest pê kir. Nokteya polîsan 3 kîlometre ji navenda Geverê dûr e û hate zanîn ku li heman nokteyê hemû derdora Geverê û gundan tê dîtin.