Li Geverê polîsan wesayîtek gulebaran kir
Li Geverê polîsan wesayîtek gulebaran kir
Li Geverê polîsan wesayîtek gulebaran kir
Li Geverê polîs û tîmên taybet ên Tirk bi îdîaya li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye wesayîtek gulebaran kirin.
Li Gevera Colemêrgê polîs û tîmên taybet li ser rêya Bajêrgeh bi îdîaya ku wesayîtek li gorî hişyariya "raweste" tevnegeriyaye gulebaran kirin. Hat zanîn ku wesayîta bi markaya Doblo rastî gulebarana polîsan hat û mînîbusa di vir de derbas dibû di nava gulebaranê de ma. Hate ragihandin ku tu gule li wesayîtê neketiye.
Wesayîta rastî gulebaran polîsan hat bilez ji cihê bûyerê çû şopa xwe winda kir. Welatiyên derdorê ji wesayîtên xwe peya bûn û bertek nîşanî polîs û tîmên taybet dan. Li ser nerazîbûna welatiyan çêr li welatiyan kirin. Di dema bûyerê de gelek tîmên taybet şandin ser rêya Navdiyan, Kelî û Bajêrgeh. Welatiyan Qeymeqamê Geverê geriyan û li ser vê nerazîbûnê polîs ji wir çûn.