Li Geverê polîsan careke din êrîşî gel kir

Li Geverê polîsan careke din êrîşî gel kir

Li Geverê polîsên Tirk careke din êrîşî gel kir. Li Geverê piştî ku polîsan 8’ê Mijdarê heqaret li gel kir, îro li Qeymeqamtiya Geverê bi beşdariya rêxistinên sivîl ên navçeyê civîneke pêk hat. Piştî ku polîsan lêborîn ji gel nexwest, gel dîsa meş li dar xist û polîsan bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî gel kirin.

Piştî ku li navçeya Gevera Colemêrgê polîsên Tirk dujîn li gel kirin, gelê navçeyê, ji bo midûrê emniyeta polîsan li ser navê polîsan lêborînê bixwaze civînek hate lidarxistin. Tevî rêveberên HDP û DBP’ê, Hevşaredarên Geverê, nûnerên MEYADER û gelek sazî û rêxistinên din sivîl, keyayên gelek taxan û gundan, heyetek ji 45 kesî pêk dihat li Salona Qeymeqamtiya Geverê civînek pêk anîn. Qeymeqamê Geverê Îbrahîm Çenet û midûrê emniyetê ku dereng tevlî civînê bûn, tenê behsa rêyên duble, çêkirina bendavan, radyo û televîzyonên dewletê kirin.

Qeymeqam Çenet got: “Em bi rastî jî dixwazin niyeta xwe ya qenc nîşanî we bidin. Ger di aliyê me de xeletî hebin, em bi hev re rûnin û bi hev re biaxivin. Di rojên buhrî de hin bûyerên ku mirov nikarîbû kontrol bike çêbûn û dibe çêbibin. Em dixwazin Geverê bi proje û razemeniyan bînan bîra xwe. Lê li vir nûçeyên şehîdan tên, bûyerên şîdetê û hin tengasiyên ku çavkaniya xwe ji me hemûyan digirin çêdibin.”

Piştre Hevserokê DBP’ê yê Geverê Fîkret Turgut axivî û diyar kir ku di van demên dawiyê de sirudên nîjadperestî yên tîmên taybet, serdegirtina malan û lêgerîna nasnameyan li navçeyê bûne sedema nerazîbûnan. Turgut got. “Hêzên ewlekariyê nahêlin em şehîdên xwe bînin navenda navçeyê, bendan li pêşiya me datînin û ji ber van pêkanînan em nikarin pêşî li gel bigirin. Bi 20 wesayitên zirxî ketin nava sûkê û dujîn li gelê me kirin, ev yek tirsonekî ye.”

Piştre Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk a Geverê Şerefettîn Dede axivî û diyar kir ku terora polîsan a li navçeyê her tim berdewam dike û got: “Daxwaza me ew bû ku em bi awayekî legal çûbana bejahiyan û me bi gerîlayan re jî ji bo xizmeta aştiyê hevdîtin bikiriba. Polîs bi guleyên rast êrîşî gelê me dikin. Dujînên ku polîsan kirine, ji bo 80 milyonan hatine kirin. Divê polîsên ku dujîn kirine bêne aşkerakirin, serdegirtina malan bê rawestandin û em dixwazin wesayîtên zirxî yên bi sîrudên nîjadperestî digerin, ji nava navçeyê bên vekişandin.”

Piştî van axaftinan Qeymeqam Çenet xwest ku kamera bêne girtin û der barê polîsên ku dujîn dane de axaftinên ku ji hevdu nagirin kir. Çenet di destpêka axaftina xwe de polîsên ku dujîn kirine hatine cezakirin, lê piştre got: “Polîsên ku dujîn kirine baş nehatine perwerdekirin. Me dîsa ew şandine perwerdeyê.”

Piştre nûnerên saziyên sivîl axivîn û xwestin rewşa awerte ya li navçeyê bê bidawîkirin û Qeymeqam û Midûrê Emniyetê li ser navê polîsan lêborînê ji gelê Geverê bixwazin.

Piştî hevdîtinê bi sedan kes li Cadeya Cengîz Topel li hev kom bûn û xwestin midûrê emniyetê lêborînê ji gel bixwaze. Li vir Amîrê Buroya Ewlekariyê Mahmût Baloglu axaftinek kir.

Piştî ku lêborîn nehat xwestin, gel dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” û “AKP wê hesab bide” gotin. Piştî dirûşmên gel, polîsan vê carê jî bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.