Li Geverê liv û tevgera hewayî

Li Geverê liv û tevgera hewayî

Li navçeya Gever ya Colemêrgê gelek balefirên şer rabûn.

Li navçeya Gever ya Colemêrgê li gorî demjimêra herêmî di 17:30’an de gelek balefirên şer rabûn. Balefirên ku ji Geverê rabûn hate dîtin ku, ber bi sînorê Başûrê Kurdistanê ve firiyan. Balefirên şer yên hate dîtin ber bi herêmên Basyan, Avaşîn, Oremar, Geverok û Çarçelan yên sînorê Başûrê Kurdistanê ve çûn, nehate zanîn ka herêm bombebaran kirine yan na. Liv û tevgera balefirên şer li herêmê didome.