Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li Geverê li ser êrîşa polîsan pevçûnan destpê kir

Li Geverê li ser êrîşa polîsan pevçûnan destpê kir

Li Geverê meşa bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên DBP’ê ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê hat lidarxistin, li ser êrîşa polîsan pevçûnan rû da.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên DBP’ê meşa ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê û helwesta hikûmeta AKP’ê ya li hemberî êrîşan bi meşekê hatin şermezarkirin.

Ciwanên li ber avahiya navçê ya DBP’ê civiyan hevşaredar, komînên gund, rêveberên meclîsa taxan û nûnerên rêxistinên civaka sivîl destek dan meşê.

Girseyê ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, HPG û YDG-H’ê hildan li gel vekirina pankartên “Em berxwedana Kobanê silav dikin”, “Em bi ruhê ciwanên Apocî li Kobanê şer bikin, Kobanê azad bikin”, “Yê di jiyanê de qezenc neke nikare di şer de qezenc bike” dest bi meşê kirin.

Girseyê ku li ser hev dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Bijî YPG”, “Bijî berxwedana Kobanê” û “Bimire AKP” gotin heya girtîgeha berê meşiyan.

Di dewama meşê de li ser tevlîbûna yên derdorê giha bi hezaran kesî. Girseyê ku li ber Otela Oslo meş bi dawî kirin ji bo yên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.

Hevserokê Meclîsa Civaka Demokratîk ya Geverê Vahît Şahînoglu yê xîtabî girseyê kir, bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê hewldana fetisandina şoreşa Rojava ne û diyar kir gelê Kurd dizane ev planên qirêj û bitalûke di çarçoveya planên stratejiya kê de hatine amadekirin.

Şahînoglu diyar kir gelê Kobanê û Rojava ne bi tenê ye car din berxwedana bi rûmet a gelê Kobanê silav kir.

Di dema girse belav dibû de li ser êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, di navbera endamên YDG-H’ê û polîsan de pevçûn derketin. Ji ber avêtina gelek bombeyên gazê camên gelek wesayîtan şikestin.

Di encama bersiva  ciwanan a bi molotofan  li hemberî wesayitên zirxî û polîsên li Taxa Eczaneler bi cih bibûn de li hemû nuqteyên navçeyê pevçûnan destpê kirin. Di navbera polîs û ciwanan de pevçûn didomin.