Li Geverê ji bo gêrîla Oktay konê sersaxiyê hate vedan
Li Geverê ji bo gêrîla Oktay konê sersaxiyê hate vedan
Li Geverê ji bo gêrîla Oktay konê sersaxiyê hate vedan
Li navçeya Geverê ji bo gêrîlayê PKK’ê Tahir Oktay (Mazlûm) ku di sala 1997'an de li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê di encama şerekê de jiyana xwe ji destdabû konê sersaxiyê hat vedan.
Li navçeya Gever a Colemêrgê gêrîlayê PKK'ê Tahir Oktay (Mazlûm) di sala 1997'an de li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê di encama şerekê de jiyana xwe ji destdabû konê sersaxiyê hate vedan. Konê sersaxiyê ji aliyê Şaredarê Geverê Ercan Bora, Seroka navçeya geverê Nail Durmaz, Şardara berê yê Geverê Ruken Yetişkin, MEYA-DER, Dayikên Aşitiyê yên Geverê û bi hezaran welatî ve hat ziyaret kirin.
Li cihê konê sersaxiyê de Serokê navçeya Geverê Nail Durmaz axivî û got: "Em ji tevayi gelê Kurd re sersaxî dixwazin. Em bi saya şehîdên xwe bi rûmet dibin û em bi saya serê wan jî hene. Ev nêzi 40 salin ku ev meşa azadiyê di bin rêveberiya Rêbertî, Şehîd û gelê me ve tê berdewamkirin. Her wiha di dawiya axaftinê de girseya gel dua kirin û durişme avêtin.