Li Geverê belavokên provokatîf hatin belavkirin!
Li Geverê belavokên provokatîf hatin belavkirin!
Li Geverê belavokên provokatîf hatin belavkirin!
Li Geverê belavokên gotinên; "Sempatîzanên rêxistina bi xwîn ên bi nasnameya Komara Tirkiyeyê di navbera me de hene. Hinek hevkar" cih digirin hatin belavkirin.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê belavokên provokatîf hatin belavkirin. Di belavokên ji aliyê kes û kesên nasnameyên wan nediyar ve hatin belavkirin de wiha tê gotin: "Weke tê zanîn hemû organên dewleta me ji bo terorê xilas bike û serdema asayî da destpêkirin. Di serdema nû de ji hemû xebatên terorê û bazirganiya sînor a qaçax bi dawî bike û mal û canê welatiyên me biparêze çêkirina qereqol û nokteyên kontrolê çêdike. Li gorî tesbîtên îstîxbartên me xebatên dewleta me weke mînak înşata balafirgeha Geverê hinek kes dixwazin provoke bikin. Ev kom sempatîzanên rêxistina terorê yên bi nasnameya Komara Tirkiyeyê bi destê PKK'ê û tacîrên tiryakê di navbera me de bêhnê digirin. Tê dîtin ku ev komên xayîn ji bo serdema nû provoke bikin dixwazin welatiyan ji bo çêkirina qereqolan, nokteyên kontrolê û riyên ewlehiyê asteng bikin teşwîk dikin."
Di berdewamiya belavokê de wiha tê gotin: "Bi vê armancê Colemêrg, Çelê, Şemzînan û navçeya me Geverê di dîrokên cuda de meş û civîn hatin lidarxistin û ji bo welatiyên me zextan pêk bînin xwestin bingehê çêbikin. Welatiyên me yên kurd ji karê van xayînan re nebûn amûr û li cem dewleta me ya pêvajoya nû daye destpêkirin cih girtin û ev yek bi hejmara kesên tevlî meşan bû hate şênberkirin. Vîna dewleta me bi piştgiriya welatiyên me yên Kurd dawiya mîhraqên terorê hat. Welatiyên me yên kurd bawerî bi van mîhraqan neyne û bi hîstiyar tevgeriya. Em li bendêne ku li hemberî çalakiyên provokatîf ên xayîn û tevkaran bihîstiyar bin."
Welatiyên serê sibê belavok li ber deriyên malên xwe dîtin jî wiha gotin: "Cemaat, polîs û AKP ku xwe wekî dewleta kûr xwe nû kir bi hev re dixebitin."