Li Gever û Şemzînanê tevgera hewayî

Li Gever û Şemzînanê tevgera hewayî

Piştî Komîsyona Mirovên Aqilmend ji Geverê veqetiyan tevgera hewayî destpê kir. Hate ragihandin ku, balefirên şer li Xakurk, derdorên Are, Çarçelan û Herêma Basyan Avaşîn firiyan.

Piştî Komîsyona Mirovên Aqilmend li Geverê hevdîtinên xwe kirin û veqetiyan tevgera balefirên şer û ya helîkopteran dest pê kir. Balefirên şer ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûn û li herêmên Xakurk, Are, Çarçelan û Basyan Avaşîn geriyan.

Li navçeyê tevgera hewayî berdewam dike.