Li Germiyanê teqîn: Gelek kesan jiyana ji xwe dest dan

Li Germiyanê teqîn: Gelek kesan jiyana ji xwe dest dan

Li bajaroka Kûlecoyê ya Germiyana Başûrê Kurdistanê kesekî bi wesayîtek bombebarkirî xwe li ber avahiya asayîşê ya  Kokis de teqand û di encamê de gelek kesan jiyana ji xwe dest dan û gelek kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku teqîn saet 14.35 (saeta herêmê), li bajaroka Kûlecoyê ya Germiyanê pêk hat. Di encama teqînê de gelek kesan jiyana ji xwest dan û gelek kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku rayedarên polîsan dane, kesekî xwestiye ku bi kamyona du tonî bikeve nava avahiya asayîşa Kokisê  û nobedarên avahiyê gule lê reşandine û kesê êrîş pêk anî wesayît teqandiye. Hate ragihandin di êrîşa ku gelek  kesan jiyana ji xwe dest dan, gelek avahiyên derdorê zerar dîtin.