Li Germavê kesek fetisî
Li Germavê kesek fetisî
Li Germavê kesek fetisî
Serokê Kûluba Sporê ya Yenî Şirnak Bayram Îlhan ku ji bo xwe hênik bike ket Benava Germavê (Ilısû) fetisî û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Şirnex Basanê, Serokê Kûluba Sporê ya Yenî Şirnak Bayram Îlhan ku ji bo xwe hênik bike ket Benava Germavê (Ilısû) fetisî û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, Îlhan bi hevalên xwe re ji bo girtina masiyan çû gola Bendava Germavê ya li nêzî gundê Koçtepe û ji bo xwe hênik bike ketiye nava avê. Piştî demekê Îlhan di nava avê de wenda bû û hevalên wî haya ekîbên rizgariyê bi bûyerê re xistin. Di encama lêgerîna ekîbên rizgariyê de cenazeyê Îlhan hat dîtin. Cenazeyê Îlhan wê li navenda Şirnexê bê veşartin.