Li Fransayê wê wezîfedarên sivîl ên bi çek hebin
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya meha Mijdarê ya li Parîsê, ku 130 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, tedbîrên ewlekariyê yên li seferên trenê yên li Fransayê di asta herî bilind de tên girtin.
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya meha Mijdarê ya li Parîsê, ku 130 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, tedbîrên ewlekariyê yên li seferên trenê yên li Fransayê di asta herî bilind de tên girtin.
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya meha Mijdarê ya li Parîsê, ku 130 kesî jiyana xwe ji dest dabûn, tedbîrên ewlekariyê yên li seferên trenê yên li Fransayê di asta herî bilind de tên girtin. Şîrketa rêyên hesinî SNCF diyar kir, ji niha û pê ve wê bi qasî 3 hezar wezîfedarên ewlekariyê yên sivîl, tevî çekên xwe wê di trenê de erkdar bin.
Midûrê Giştî yê Şîrketa Rêyên Hesinî ya Neteweyî (SNCF) Guillaume Pépy anî ziman, tedbîrên ewlekariyê yên li stasyonên trenê û nava trenê bi xwe de wê werin zêdekirin û bi zêdekirineke ji sedî 50 re wê budçeya ji bo ewlekariya rêyên hesinî gihaştiye 400 mîlyon Euroyî. Pépy da zanîn, yek ji tedbîrên hatine girtin jî wezîfedarên ewlekariyê yên bi çek û kincên sivîl e, ku di vê çarçoveyê de wê bi qasî 3 hezar wezîfedar kar bikin.
Di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de ku xwe dispêre qanûneke roja Çarşemê hat qebûlkirin, wê wezîfedar li bagajên rêwiyan jî kontrol bikin.
Ji bo tedbîrên nû yên ewlekariyê, tê plankirin ku SNCF bi qasî 30 kûçikên perwerdekirî ji bo kontrolan bi kar bîne.
Her wiha plan tê kirin ku sîstema kamera ya bi qasî 40 hezar kamerayên xwe li stasyonan hene, bi pêkanînên 'dîjîtal' û 'bi aqil' bên xurtkirin.
Ev tedbîrên were girtin, tê payîn ku heta maçên futbolê yên Euro 2016'an ku wê di 10'ê Hezîranê-11'ê Tîrmehê de bên lîstin, di meriyetê de bin.