Li Fransayê nîvê ciwanên 17 salî madeyên narkotîkê tînin

Li Fransayê di navbera ciwanan de bikaranîna tiryak û alkolê, her diçe zêde dibe. Nêzî nîvê ciwanên 17 salî heşîş an jî esrarê bikar tînînin.

Li Fransayê di navbera ciwanan de bikaranîna tiryak û alkolê, her diçe zêde dibe. Nêzî nîvê ciwanên 17 salî  heşîş an jî esrarê bikar tînînin.

Saziya Şopandinê ya Madeyên Jehrî û Tiryakê ya Fransayê (OFDT), encamên lêkolîna xwe ya bi ciwanan re aşkera kir.

OFDT bi 26 hezar û 351 ciwanên 17 salî re hevdîtin kir û li gorî lêkolînê, hat tespîtkirin ku bikaranîna tiryakê di temenên ciwan de dest pê dike û zêde dibe. Li gorî vê  ji sedî 47.8 ciwanên 17 salî herî kêm carekê haşhaş bikaranîne û ji sedî 68.4 jî cigarê dikişînin.

Beriya temenê 17’yî jî rêjejeya bikaranîn alkolê jî ji sedî 89 e, rêjeya kesên herî kêm di mehê de 10 caran alkolê vedixwin jî ji sedî 12.3 ye.

Kêşandina cigareyê di nava keçên ciwan de jî zêde bûye.  Ji sedî 33’ê ciwanên mêr yê 17 salî  diyar kirin ku cigarê dikişînin û ev rêje bi keçan re ji sedî 31.9 e. Bi her du koman re rêjeya kesên cigarê dikişîne li gorî  sala 2011’an de di navbera ji sedî 0.3 û 1.7 zêde bûye.

Di sala 2011’an de bikaranîna tiryakê ya di navbera ciwanan de di sala 2011’an de ji sedî 41.5’ê derket ji sedî 47.8’ê. Mehek beriya dema ku lêkolîn dihat kirin, ciwanên ku diyar kirin ku tiryakê bikar tînin rêjeya wan ji sedî 22.4’ê derket ji sedî 25.5’ê.
Rêjeya kesên ku mehê herî kêm 10 caran heşîş bikar tînin ji sedî 6.5’ê derket ji sedî 9.2’an.  Kesên gotin tiryakê vê ne jî rêjeya wan ji 5.3’an derket 8’ê.

Dîrektorê Gişî yê OFDT’ê Françoîs Beck ku rapor weşand diyar kir ku bikaranîna cigare û alkolê  ne zêdeye û bal kişand ser bikaranîna tiryakê. Beck got ku di salên dawî de di navbera ciwanên Fransayê de bikaranîna tiryakê zêde bûye û bi taybet jî navbera ciwanên keç de zêde bûye.