Li Fransayê kampanya li dijî girtina plajê ji bo Qralê Siûdî
Girtina plajekê ji bo Qralê Erebîstana Siûdî Salman bîn Abdulezîz ê li Fransayê ye, rastî nerazîbûnan tê.
Girtina plajekê ji bo Qralê Erebîstana Siûdî Salman bîn Abdulezîz ê li Fransayê ye, rastî nerazîbûnan tê.
Girtina plajekê ji bo Qralê Erebîstana Siûdî Salman bîn Abdulezîz ê li Fransayê ye, rastî nerazîbûnan tê. Kampanya li ser înternetê destpê kir, heta niha bi qasî 135 hezar kes beşdar bûne.
Ji bo Qralê Siûdî Salman bîn Abdulazîz ê ji bo bêhnvedanê hatiye Nice, plaja Mîrandole ya li nêvî Vallaûrîsê hat girtin. Di vê çarçoveyê de ji bo avakirina asansorek heta diçe vîlla Qralê Siûdî, beton hatiye rijandin.
Ji ber hebûna Qralê Siûdî li herêma vîlla wî lê ye, ketina deryayê û bikaranîna wesayîtên bi motor hat qedexekirin.
Ev taybetmendiya ji bo Siûdiyên bi pêkanînên xwe yên antî demokratîk li cîhana rojava mijara nîqaşê ne, rastî nerazîbûnan hat. Endamê Meclîsa Şaredariya Nice Jean Noel Falcoû ji bo dawî li vê îmtiyaza ji malbata Siûdî re tê dayîn bê anîn, dest bi kampanya îmzeyan kir.
Armanca kampanya îmzeyan 150 hezar e û di nava şevekê de 131 hezar kes beşdarî kampanyayê bûn.
KAMPANYA 'EM SIÛDIYAN BIKIN MÊVAN' BI TENÊ JI ALIYÊ 208 KESAN VE HAT ÎMZEKIRIN
Li aliyê din, kampanyayeke din a îmtiyaza ji bo Siûdiyan ji aliyê aborî, ewlekarî û îtibara dewletê ve erênî dibîne, hat destpêkirin. Lê belê kampanya ku bi armanca berhevkirina 500 îmzeyan destpê kir, bi tenê 208 kes beşdar bûn.