Li Fransayê ji polîsan re çekên nû tên dayîn
Piştî êrîşên 7'ê Çileyê yên li hemberî kovara Charlîe Hebdo û dikaneke Yahûdiyan, ku di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, alarma ewlekariyê ya li Fransayê hat dayîn dewam dike.
Piştî êrîşên 7'ê Çileyê yên li hemberî kovara Charlîe Hebdo û dikaneke Yahûdiyan, ku di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, alarma ewlekariyê ya li Fransayê hat dayîn dewam dike.
Piştî êrîşên 7'ê Çileyê yên li hemberî kovara Charlîe Hebdo û dikaneke Yahûdiyan, ku di encamê de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan, alarma ewlekariyê ya li Fransayê hat dayîn dewam dike. Tê gotin ku hikûmet plan dike çekên bêhtir bi bandor û dikarin êlekên ji pola yên parastinê qul bikin, ji polîsên li dewriyê digerin, bikire.
Rojnameya Le Fîgaro di nûçeya xwe ya agahiyên wê dispêre çavkaniyên Wezareta Karên Hundir de ragihand ku çekên polîsên Fransayê yên dest li bûyeran werdidin, tên nûkirin. Di nava çekên nû de çekên 4 hezar çekên otomatîk ên dikarin êlekên ji pola qul bikin, hene. Li şûna çekên otomatîk ên bi marka Beretta yên beriya niha dihatin bikaranîn wê çekên nû yên ji calîbreya 9 û 5,6 mîlîmetreyî werin bikaranîn. Tê gotin ku guleyên van çekan dikarin êlekê ji pola ê terorîstê bi navê Amedy Coûlîbaly ê komkujiya meha Çileyê pêk anî, qul bike.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku hejmara çekên nû yên ji yekîneyên polîsan ên li dewriyê digerin 8 hezar e. Tê gotin ku ji bo peydakirina van çekan şîrketên çekan ên weke Heckler & Koch, Colt, Glock û CZ di nava alternatîfan de ne.