Li Fransayê hefteya çalakiyan: Seferên gelek trenan betal dibin

Ji ber çalakiyên li dijî Qanûna Xebatê, ku wê hefteyekê bidomin, îro li sektora çûnhatinê grev destpê dike.

Gelek seferên trenan ên navbera herêm û bajaran û çûn û hatina li Parîs û bajarên mezin, wê betal bibin.

Çalakiyên protestoyî yên li hemberî Qanûna Xebatê, ku duh bi beşdariya bi sed hezaran kesî hatin lidarxistin, îro dewam dikin. Bi hezaran xebatkarên rêyên hesinî wê li ser banga sendîkayan bikevin grevê. Ji ber banga sendîkayên CGT û SUD-rail, bi qasî nîvê trenên herêman (TER) û yek ji sê seferên trenên bi lez (TGV) wê dernekevin seferan.

Yek ji çar seferên trenên RES ku li paytext Parîsê û derdora wê digere, çar ji deh seferên trenên Transîlîen wê pêk neyên.

Tê payîn, grev herî zêde bandorê li trenên navbera bajaran û herêman bike.