Li Fransayê du kes bi îdîaya endamên ETA ne hatin binçavkirin

Li Fransayê du kesên hat diyarkirin ku endamên ETA ne, hatin binçavkirin. Kesên malovanî ji her du kesan re kirine jî hatin binçavkirin.

Li Fransayê du kesên hat diyarkirin ku endamên ETA'yê ne hatin binçavkirin. Kesên malovanî ji her du kesan re kirine jî hatin binçavkirin.

Li bajarê Ossês ê li başûrê rojavayê Fransa du kesên tê îdîakirin endamên ETA’yê ne û xwediyên malê yên malovanî ji wan re dikir hatin binçavkirin.

Polîsan dema xwediya malê ya hemşîre tevlî pîrozbahiyên li welatê Baskê dibû girtin ser malê. Hat diyarkirin ku di lêgerînên malê de  kelûpelên aîdî endamên ETA’yê jî hatine dîtin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Spanya her du kesên li Fransa hatine girtin piştgiriya lojîstîk dane ETA’yê.