Li Fransayê dijberên tundiya polîsan û polîs di çalakiyê de ne
Li Fransayê li dijî hikûmetê protesto dewam dikin, polîsên ku ji ber destwerdanên xwe yên hişk dihatin rexnekirin û dijberên tundiya polîsan di çalakiyê de bûn.

Tê ragihandin ku di çarçoveya hefteya çalakiyê ya li dijî Qanûna Xebatê de ji sektora veguhestinê tevlîbûna grevê ji 3’yan yek e. Her çiqasî Şîrketa Rêhesinên Neteweyî ya Fransî (SNCF), îdîa bike ku tevlîbûna grevê ji sedî 15’an e jî, tê dîtin ku ji her 3 trenan 2 derkevin kar.
Her wiha, îro yên dijberên tundiya polîsan û polîsên ku dibêjin ji ber bûyerên tundiyê neheqî li wan hatine kirin jî çalakî li dar xistin. Di serî de paytext Parîs, li gelek bajaran polîs saet 12.00-14.00’an li hev civiyan, bi dirûşmeya ‘Ji hêrsa li dijî polîsan re na’ çalakî pêk anîn.
Di çalakiya li Qada Repûblîqûe ya Parîsê de zêdetirî hezar polîsî amade bûn, ji bo tevlîbûnên bajarên din hejmara bi sedan tê ziman. Parlamenterên Eniya Neteweyî ya nîjadparêz (FN) jî piştgirî dan polîsên li Parîsê.
Dîsa li paytext Parîsê bi sedan ciwan li dijî tundiya polîsan daketin qadan. Di çalakiyan de hate hînbûn ku wesayîteke polîsan hatiye şewitandin, nehat zanîn bê kê şewitandiye.