Li Fransayê di xwepêşandana xwendekarên amadeyî yên li dijî qanûna Xebatan de bi polîsan re pevçûn derketin. Di xwepêşandana dem pêşnûme di Meclisa Neteweyî de dihat nirxandin de herî kêm 130 xwendekar hatin girin.
Bi daxwaza pêşnûmeya Wezîrê Xebatê Myrîam El Khormrî dayê vekişîne, xwendekar ji saetên sibehê ve li Placed Italîea ya paytext Parîsê kom bûne. Piştî nîvro hêjmara çalakvanên li dijî pêşnûmeyê, her ku çû zêde bû. Dema meşê destpê kir pevçûn derketin.
Di çalakiya xwendekar û ciwanan a heta Qada Bastîlle wê dewam bikira de pevçûn di navbera xwepêşandan û polîsan de derketin. Xwendekarên ku bertek nîşanî polîsan dan dirûşmeyên mîna “Polîs li her derê, Edalet li ti derê” qîr kirin.
Di bûyeran ku ciwanan bi şûşe, hêk û keviran xwe parastin de herî kêm 130 kes bi hinceta kontrolkirina nasnameyan hatin binçavkirin. Hat dîtin gelek xwendekar ji aliyê CRS’yan ve hatin dorpêçkirin û hatin binçavkirin.
Xwendekarên ku xwestin pêşnûme bê vekişandin di seaetên sibehê de li Amadeyiya Leonard-de-Vînciyê sergo şewitandin, çalakiya protestoyê li dar xistin. Ciwanan di têketina Amadeyiyê de bi daran bend ava kirin, piştre dawî li çalakiya xwe anîn.