Li Fasê lehî rabû: Herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Fasê barînên zêde yên şeva 14’ê Kanûnê bûn sedem ku li bajarê Safi yê li perava Atlantîkê lehiyên mezin rabin. Di encamê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî rayedaran li bajarê Safi yê li 250 kîlometreyan başûrê Kazablankayê û nêzîkî 300 hezar lê dijîn, ji ber bobelata lehiyan 37 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer, weke mezintirîn bobelata lehiyê ya 10 salên dawîn a li Fasê hate tomarkirin.

Rayedarên xwecihî dan zanîn ku barînên zêde yên di nava saetekê de bûne sedema lehiyên ji nişka ve û dijwar. Di dîmenên ku ji aliyê niştecihên bajarî ve hatine girtin de tê dîtin ku kolan veguherîne rêya avên qirêj û  wesayît û gelek tiştên din dikevin ber ava lehiyê.

Rayedaran diyar kirin ku ji bilî kesên jiyana xwe ji dest dane gelek birîndar jî hene û 32 welatî rakirine nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku piraniya birîndaran piştî tedawiya hewce ji nexweşxaneyê derketine.

Şeva Yekşemê asta avê daketiye û li şûna xwe wêraniya kolanên ji heriyê û wesayîtên qelibî hiştiye.

Ekîbên sivîl ên parastinê û hêzên alîkar ên ewlehiyê xebatên xweyên rakirina enkazê û lêgerîna kesên winda didomînin.

Rayedar ji bo gihandina alîkariyan seferber bûne û hişyariyê didin ku dikare hejmara kesên jiyana xwe ji dest bidin, zêde bibe.