Li Farqînê cendirmeyan 20 karker binçavkirin

Li Farqînê cendirmeyan 20 karker binçavkirin

Li navçeya Farqîna Amedê, cendirmeyan 20 karkerên li ser înşaata bendavê dixebitin vê sibehê binçavkirin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, karkerên hatine binçavkirin birine qereqola nahya Bayrambaşi a girêdayî navçeya Farqînê. Nehate hînbûn ku, karker ji ber çi hatine binçavkirin.

Beriya niha çend hefteyan, 20 karkerên di şantiyeya Bendava Farqînê de dixebitîn ji ber ku mûçeyên xwe negirtibûn çalakiya rawestandina kar pêkanîbûn.

Têkildarî mijarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyek da û balkişande ser binçavkirinên piştî çalakiyê rû dan û got: “Em di serî de bang li karkerên demsalî ên zeviyan û tevayî gelê xwe dikin ku bila rêxistina xwe bihêz bikin. Bingehê avabûna jiyanek azad a gelan jî dê bi vê rêxistinbûnê pêkbê.”