Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li Farqînê 2 jê rojnamevan 19 kes hatin binçavkirin

Li Farqînê 2 jê rojnamevan 19 kes hatin binçavkirin

Polîsan li Farqîna Amedê destûr nedan meşa ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ. Ji ber polîsan destûr nedan li navçeyê bûyeran rû da.

Polîsan ku bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir, gel jî bi bi keviran û molotofkekteylan bersiv dan polîsan. Di nav wan de ku zarokên 13-14 salî jî hene 17 kes hatin binçavkirin.

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcle Serhat Yuce û nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dogan Ergun Yilmaz ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Rojnamevan piştî 4 saetan di bin çavan de man, hatin berdan.