Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Ew hunermendekî rast ê gel bû

Li Ewropayê protestoyên li dijî DAIŞ'ê

Li Ewropayê protestoyên li dijî DAIŞ'ê

Di çalakiyên edaletê yên li gelek navendên Ewropayê de, êrîşên dij mirovahiyê yên li hemberî Kobanê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku di mijara Kobanê de tavilê bikevin nava tevgerê.

STUTTGART

Însiyatîfa Jinên Kurdistanî ya li Stuttgart û derdora wê, di çalakiya edaletê ya vê hefteyê de, êrîşên li hemberî Kobanê şermezar kir. Çalakgeran li hemberî komkujî û pêkanînên rêxistina terorê DAIŞ'ê ya li hemberî jinan li Rojava/Kobanê dike, banga têkoşîna topyekûn kirin.

Jinên Kurdistanî kefen li xwe kirin, destê xwe bi zincîran girê dan û çalakiya rûniştinê lidar xistin. Çalakiya jinan ji derdorê jî piştgirî dît. Çalakteran timî dirûşmên "Jin Jiyan Azadî", "Sakîne Fîdan, Leyla-Jin Jiyan Rojava", "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ bombe dike", "Kobanê ne bi tenê ye", "DAIŞ ji Kobanê bicehime" qîriyan.

MUNCHEN

Li bajarê Munchenê jî, di çalakiya vê hefteyê ya edaletê de ku her rojên Çarşemê tê lidarxistin, êrîşên li hemberî Kobanê hatin şermezarkirin. Di çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" de, komkujiya li Parîsê hat şermezarkirin û wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd hatin hildan. Di çalakiyê de li ser komkujiya li Parîsê û êrîşên li dijî Kobanê belavokê agahdarkirinê hatin belavkirin.

NURNBERG

Li Nurnbergê, li gel çalakiya kon a li navenda bajêr dewam dike, li Mala Gel a Medyayê bi beşdariya parlamentera Partiya Çep a Elman Ulla Jelpke, sosyolog rojnamevan Martin Dolzger panelek hat lidarxistin. Jelpke çavdêriyên xwe yên li Kantonên Rojava vegot û Martin Dolzer jî bal kişand ser hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo têkbirina rêxistinbûyîna xweser a li Rojava. Jelpke û Dolzer destnîşan kir ku divê di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de alîkariya çekan ji YPG û HPG'ê re bê dayîn.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê, bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û destekkirina berxwedana Kobanê çalakiyek hat lidarxistin.

Di mîtînga li ber Konsolosiya DYA ya li Dusseldorfê de, Kurdistaniyên ji Dusseldorf, Neuss, Krefeld, M.Gladbach û Wuppertalê amade bûn. Çalakgeran bêdengaiya DYA û welatên Ewropa ya li ser mijara Kobanê protesto kirin û piştgirî dan berxwedana Kobanê.

Li dû çalakiya protestoyî Kurdistaniyan bi qîrîna dirûşmeyan heta stasyona trenê ya Dusseldorfê meşiyan.

Jinan jî li ber Konsolosiya Fransayê ya li Dusseldorfê çalakiya edaletê lidar xistin. Çalakî vê hefteyê bi beşdariya Kurdên ji bajarên Essen û Duisburgê pêk hat.,

MÎLANO

Li bajarê Îtalya Mîlano jî Kurdistaniyan bi çalaiyekê berxwedana Kobanê silav kirin.

Kurdistaniyên li Mîlano, Torîno, Modena û derdora wê di çalakiyê de amade bû. Di daxuyaniya çapemeniyê ya li vir de hat ragihandin ku berxwedana Kobanê dîrokî ye û hat destnîşankirin ku têkçûna Kobanê têkçûna Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê ye. Di daxuyaniyê de ji hêz û raya giştî ya navneteweyî hat xwestin ku li hemberî êrîşên DAIŞ'ê bikevin nava hewldanan.

Çalakî bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.