Li Ewropayê çalakiyên edaletê

Li Ewropayê çalakiyên edaletê

Bi armanca ronîkirina komkujiya 9'ê Cotmehê ya li Parîsê, ku di encamê de siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan, li bajarên Elmanya Frankfûrt, Hambûrg û Munchenê, li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Holanda Den Haagê çalakî hatin lidarxistin.

HAMBÛRG: Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi armanca ronîkirina bûyera qetilkirina siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, ji bo cara 39. çalakiya edaletê pêk hat. Di çalakiya li taxa Altona saet di 17'an destpê kir de li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn axaftin hat kirin, bêdengiya rayedarên Fransî hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku bêyî edaletê aştî nabe. Nûnera jinê da xuyakirin ku ewê her sê hevalên xwe yên jin di têkoşîna xwe de bidin jiyîn û destnîşan kir ku meşa bi wesîleya "Roja Têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinê" ya 25'ê Mijdarê ya li Hambûrgê diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatiye kirin.

Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin û banga beşdariya li meşa 16'ê Mijdarê ya li Berlînê ya ji bo rakirina qedexeya PKK'ê hat kirin.

FRANKFÛRT: Li Frankfûrtê Meclîsa Jinê ya Amara li pêş Konsolosa Fransayê ya li Bockheîmer Warte çalakiya edaletê hat lidarxistin. Di çalakiyê de bêdengiya Fransayê ya li pêşberî bûyerê hat protestokirin.

Di çalakiyê de wêneyên siyasetmedarên jin ên Kurd ên hatin qetilkirin hatin hilgirtin û dirûşmên "Sakîne, Leyla, Fîdan namirin", "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekirin, emê ji bîr nekin" hatin qîrîn. Di çalakiyê de belavoka CENÎ ya bi zimanê Elmanî hat xwendin û çalakî saet di 15:30 de bi dawî bû.

MUNCHEN: Li bajarê Munchenê jî Kurdistaniyên li ber Konsolosa Fransayê hatin cem hev xwestin, komkujiya Parîsê tavilê bê ronîkirin.

Di çalakiya bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" de komek ji Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) belavokên bi zimanê Elmanî belav kir. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku tevî di ser komkujiyê re nêzî salek derbas bûye jî hikûmeta Fransa hînê bêdeng e û ev bêdengî ji hevkariya wê tê.

Di axaftinan de hat bibîr xistin ku Omer Guney li Munchen û derdora wê bi komeleyê nîjadperest re di nava têkiliyê de bû û haya rayedarên Elman ji vê hebû û bang li dewleta Elman jî hat kirin lêpirsînê bide destpêkirin.

DEN HAAG: Li bajarê Holanda Den Haagê jin li ber Dîwana Edaletê û Konsolosa Fransayê hatin cem hev û bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" lidar xistin. Di çalakiyê de wêneyên siyasetmedarên jin ên hatin qetilkirin hatin hilgirtin û belavok hatin belavkirin.

Li aliyê din, bi wesîleya 10. ji destdayîna jiyanê ya Fatoş Salgamgoz (Sema) ku li Swêdê xwe şewitandibû û dawî li jiyana xwe anî bû, li bajarê Arnhemê civîneke bîranînê hat lidarxistin.

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, çalakiya "Em Edaletê Dixwazin" a rojên Çarşemê, bi beşdariya jinan li ber Konsolosa Fransaye pêk hat.

Çalakî di navbera saet 15:00-16:00 de ji aliyê Komeleya Jinê ya Avesta ve hat lidarxistin û dowîzên komkujiyê şermezar dikin û wêneyên jinên hatin qetilkirin, hatin hilgirtin. Jinan pankarta bi Elmanî ya bi nivîsa "Em Edaletê Dixwazin" vekirin û bang li hikûmeta Fransayê kirin ku kujeran derxîne holê.

Di dema çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze hatin berhevkirin.