Li Ewêna ji bo azadiya Ocalan meşa girseyî

Li Ewêna ji bo azadiya Ocalan meşa girseyî

Li Bajaroka Ewêna ya Navçeya Stewrê ya Mêrdinê bi hezaran kesên li hev kom bûn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek pêk anî.

Bi hezaran kesên li Bajaroka Ewêna ya Navçeya Stewrê ya Mêrdinê civiyan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşekî bi slogana "Azadiya Ocalan" pêk anîn. Di meşê de endam û rêveberên BDP'ê yên Stewrê, Mahsertê, bajaroken Elfan, Barman gundên derdorê jî di nav de bi hezaran kes kom bûn.

Girseya ku li qada Ewêna kom bûn, meş pêk anîn. Di meşê de Endamê Meclisa BDP'ê Alî Urkut, Hevserokê BDP'a Mêrdînê Reşat Kaymaz, Rêveberên BDP'ê yên Stewrê û gelek kesên din jî amade bûn. Girseyê di meşê de bê navber siloganên "Bê serok jiyan nabe", "PKK gel e, gel li vir e", "Ciwan fedaiyên Apo ne" û "Şehîd namirin" qîr kirin.

Girseyê di meşê de posterên Ocalan alên HPG, KCK û Konfederalizmê rakirin. Welatiyên ku li malê xwe meş temaşe kirin jî derketin ber deriyên xwe û piştgirî dan meşê. Girseyê bi qasî 2 kîlometreyan meş pêk anîn û dîsa hatin ber avahiya BDP'ê û dawî li meşê anîn. Girse li vir ji bo kesên di tekoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Li vir axaftin hatin kirin û azadiya Ocalan hat xwestin. Piştî axaftinan girse belav bû.