Li Evûstralyayê lehî rabû

Li rojhilatê Evûstralyayê yek ji barana herî zêde ya deh salên dawîn bariya. Herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Ev hefteyek e li rojhilatê welat baraneke zêde dibare. Ji ber baranê rê û avahî di binê avê de man.

Li eyaleta Qûeenlandê kesek tevî wesayîta xwe ketibe ber lehiyê û jiyana xwe ji dest da.

Hate diyakirin herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Bi roja Yekşemê re baran berê xwe dide başûrê welat.