Li Etiyopyayê qemyon ket nava çem: 71 kes mirin

Li Etiyopyayê qemyonek ku gelek kes tê de bûn, kete nava çem. Herî kêm 71 kesan jiyana xwe ji dest dan.

QEMYON KETE NAVA ÇEM

Li herêma Sidama ya li başûrê Etiyopyayê, qemyonek ku gelek kes tê de bûn kete nava çem.

Li gorî rayedaran di encama qezayê de ku li qada Bonayê rû da 71 kesan jiyana xwe ji dest dan ku 68 ji wan mêr, 3 jî jin bûn.

Hate ragihandin ku 5 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Rayedaran diyar kirin ku piraniya kesên di qemyonê de bûn ji dawetê vedigeriyan.