Li Erziromê ji 8 kesên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin

Li Erziromê ji 8 kesên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin

Li Erziromê ji 8 kesên hatin binçavkirin jê 2 kes hatin girtin. Lêpirsîna der barê 5 kesan de li midûriyeta polîsan didome.

Yekîneyên polisan serê sibê li Erziromê bi ser gelek malan de girtin û 8 kes binçav kirin. Ji 8 kesên hatin binçavkirin jê 3 kes veguhastin dozgeriyê û 2 kes li dadgehê hatin girtin. Sedat Yildiz û Îmdat Candan bi îdîaya di 9'ê Hezîranê de tevlî çalakiya Liceyê bûne hatin girtin. Mehmet Emin Goksu jî bi şertê serbestiya bi kontrol hat berdan.

Lêpirsîna Firat Aydın, Zelal Karabalik, Erkan Karayel, Orhan Gunduz û kesekî din ku navê wî nehat zanîn li midûriyeta polîsan didome.