Li Erzirom şer: 2 leşker birîndar bûn

Li Erzirom şer: 2 leşker birîndar bûn

Li Erziromê di şerê navbera artêşa Tirk a operasyon li dar xist û gerîlayên HPG’ê de derket 2 leşker birîndar bûn. Li ser sînorê Qilabanê çêkirina rê û stargehên ji aliyê leşkerên Tirk ve dihat çêkirin ji aliyê gerîlayan ve bi çalakiyekê hat rawestandin, gerên keşfê yên artêşa Tirk li ser herêmên gerîla jî didomin.

Di navbera artêşa Tirk a ku di navbera gundên Reşadiyê û Gerê yên girêdayî Qerayazî ya Erziromê de operasyon li dar xistin û gerîlayên HPG’ê de şer û pevçûn derket.

Li gor agahiyên Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) dan roja Şemiyê saet 11.00’an di pevçûna demkurt a derket de 2 leşker birîndar bûn û leşkerên Tirk derdora saet 12.00’an de paşde vekişiyan.

JI GERÎLAN MÛDAXELEYA LI HEMBERÎ ÇÊKIRINA RÊ Û STARGEHÊN LI SER SÎNOR

NÇR-HPG’ê diyar kir ku hêzên gerîla mûdaxeleyî çêkirina rê û stargehên li ser sînorê Qilabanê yên ji aliyê artêşa Tirk ve kirine.

Li gor vê ji 24’ê Îlonê vir ve ji bo rawestandina xebatên artêşa Tirk ên çêkirina rê û stargehên li derdora Girê Meymûn ê li ser xeta sînor a navbera Herêmên Parastina Medya û Qilabanê de, gerîlayan 27’ê Îlonê saet 17.30’an de bi çekên giran çalakiyek li dar xistin. Ji ber çalakiyê makîneyên kar ên li qadê ku neçar man paşde biçin, artêşa Tirk jî herêmên Şehîd Kendal, Deriyê Davetiyê, Şehîd Ronahî û Şehîd Renas bi obûs û hewanan topbaran kirine.

LI SER HERÊMÊN GERÎLA GERÊN KEŞIFAN

NÇR-HPG’ê diyar kir ku gerên keşifan ên dewleta Tirk li ser herêmên di bin kontrola gerîlan de dewam dikin û ev agahî dan:

“27’ê Îlonê saet navbera 19.00 û 00.00’an de balafirên aîdî artêşa Tirk a dagirker di ser herêma Heftanîn a girêdayî Herêmên Parastina Medya gerên zêde yên keşifan pêk anîne. Dîsa 28’ê Îlonê (îro) saet 07.00’an de gerên keşifan ên destpê kirin heya niha jî didomin.”

NÇR-HPG’ê her wiha diyar kir helîkopterên skorsky ên aîdî artêşa Tirk 28’ê Îlonê (îro) navbera saet 08.00 û 09.00’an de li ser herêma Kirya Reş a navbera Şirnex û Herêmên Parastina Medya de geriyane.