Li Erxeniyê qetîama Lîceyê hate şermezarkirin

Li Erxeniyê qetîama Lîceyê hate şermezarkirin

Rêveberên BDP’ê ên navçeya Erxeniyê qetlîama Lîceyê şermezar kirin.

Rêveberên BDP'ê yên navçeya Erxeniyê bûyera Licê ya bi armanca şermezarkirina qereqolan de leşkeran gulebarandinbûn ser gel gulebarandina hat şermezarkirin. Serokê BDP’a Erxeniyê Cavîdan Yaman got: "Dewletê ne kari xwe li hêza gel ya demokotatik ya li Licê rabigire bi guleyan êriş dike ser gel."

BDP'a Erxeniyê biboneya şermezarkirina qetlîama Lîceyê ku gel xwestibû avakirina qereqolan di 28’ê Heziranê de şermezar bikin, leşkeran gule li gel reşandibû û di encamê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û 8 kes jî birîndar bi bûn, li ber deriyê avahiya rêxistina BDP'ê bi daxuyaniyeka çapemeniyê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Serokê navçeya BDP'a Erxeniyê Cavidan Yaman hat dayin û Yaman bal kişand ser pêvajoya demokoratîk û got: "Pêvajoya demokoratik ji yek alî ve nayê rêvebirin, na be tenê yek alî gavan bavêje. Divê dewlet sererastkirinên zagonî çêbike û bêxe jiyanê. Bi taybet divê ku tecrita li ser Birêz Öcalan rake û bi muzakereyên dû alî û şert û mercên azadiyê bi cih bîne. Her wiha Yaman destnîşan kir ku, "Dewletê nekarî xwe li hêza gel ya demokratîk ya li Lîcê rabigire, bi guleyan êriş dike ser gel." Daxuyanî bi duruşmeya “Destlêwerdan me bêzar nakin” bidawî bû.