Li Erxeniyê 14’ê Tîrmehê hate bi bîranîn

Li Erxeniyê 14’ê Tîrmehê hate bi bîranîn

Pêşengên PKK'ê ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de ji bo hovîtiyên di Girtîgeha Amedê şermezar bikin berxwedana rojiya mirinê dabûn despêkirin û jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera şahadeta wan de li Erxeniyê hatin bibîranîn.

Rêxistina BDP'ê ya Erxeniyê, piştî nimêja terawîhê, bi boneya bibîranîna Pêşengên PKK'ê Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de ji bo hovîtiyên di Girtîgeha Amedê şermezar bikin berxwedana rojiya mirinê dabûn despêkirin û jiyana xwe ji dest dabûn, çalakiyek li dar xist. Çalakî li Parka Mahsûn Karaoglan bi tevlîbûna gelek welatiyên di nav de rêveber û endamên BDP'ê jî heyî, hate li darxistin. Di çalakiyê de sloganên "Şehîd namirin" hatin qîrkirin. Serokê Rêxistina BDP'ê Cavît Yaman di çalakiyê de axaftinek kir. Piştî axaftinê çalakî bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.