Li Erxenî 3 ciwan hatin binçavkirin
Li Erxenî 3 ciwan hatin binçavkirin
Li Erxenî 3 ciwan hatin binçavkirin
Li navçeya Erxenî ya Amedê ji kesên ku di meşa ber bi depoya cebilxaneyan a dihat gotin ji wir çekan ji DAIŞ re dişînin, hatibûn binçavkirin 3 kes hatin girtin.
Dema hat gotin ku ji depoya çekan a navçeyê alîkariya çekan ji çeteyên DAIŞ re tê şandin welatiyên Erxenî meşek li dar xistin û ber bi depoya cebilxaneyan a artêşê ve meşiyan. Polîsên ku êrîşî meşê kirin 28 kes binçav kirin. Ji wan 25 kes pirsî jêpirsîna li midûriyeta polîsan hatibûn berdan.
Ciwanên bi navê Ahmet Ecer, Melîh Ozkan, Hecî Zeytun bi sedema madeyên teqemeniyê ji rêxistinê re temîn dikin û endamtiya rêxistinê ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sulh a Erxenî ve hatin girtin.
Ciwanên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.