Li Ermenîstanê kampanya alîkariyê ji bo Şengaliyan

Li Ermenîstanê kampanya alîkariyê ji bo Şengaliyan

Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê, alîkariya ji bo Şengaliyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar mane cih û warên xwe biterikîne dewam dike.

Li paytexta Ermenîstan Êrîvanê, encamên kampanya alîkariya ji bo Şengaliyên mexdûrên hovîtiya DAIŞ'ê, duh bi daxuyaniyeke girseyî hat aşkerakirin.

Bi pêşengiya Komîteya Kurdistanê ev demeke dirêj e li Êrîvan û bajarokên derdora wê, li bajarokê Akbaran, herêma Elegezê, Talîn, Îçmezîn, Aartaşat û Oktonberiya, alîkariya ji birinc, şekir, ard, nivîn û pere ji bo Şengaliyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji cih û warên xwe bûne, hatin berhev kirin. 

Alîkariya hat komkirin duh li meydana Şawumiyan a Êrîvanê hat civandin. Alîkarî wê heta roja Şemiyê bê komkirin û piştre li TIR'an bê barkirin û ji bo Şengaliyên li Kampa Newrozê ya li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê bê şandin.

Serokê Komîteya Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya li vê derê de spasiya tevahiya xêrxwazên ku alîkarî dane kir û ji ber ku mal û xwarina xwe bi Kurdên Êzidî parve dike silavên xwe ji gelê Rojava re şand.

Endamê Komîteya Kurdistanê Dawût Kara jî der barê alîkariyên hatine berhevkirin de agahî da û got, "Weke Komîteya Kurdistanê me ev erzaq kom kirine: 208 kat nivîn, 126 kîs birinc, 96 kîs şekir, 396 şûşeyên rûnê guleberoj a, 500 KG mikarne, 23 kîs ard û 15 kîs ji kincam me kom kirine û emê ji Şengaliyan re bişînin. Gelê me ew alÎkariya ku bi pere da, me hemû li kirîna van erzaqan xerc kirin. Hêvîdarim ku ev alîkarî wê bi selametî bigihêje cihê xwe."